logo

33 Gule

Ürün Kodu: 9786055585501
Yazar: Günay Aslan
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
Ahmed Arif di şi'ra xwe ya bi navê "33 Gule" de dibêje: "Ez hatime kuştin / Xewnên min ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canê min distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim."

"33 Kurşun / Yas Tutan Tarih" kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.

Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: "...bûyera 33 Guleyan ku min gelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî kurd- ma mukafateke ji vê mezintir heye?"

Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: "Ev kitêb çîroka 33 hêvî 33 evîn 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje...
"Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde ol bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de tê vegotin; êş û janeke kûr e çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin..."

Son görüntülenen ürünler