logo

ALEVİLİK VE ÇOĞUL HİYERARŞİ

Ürün Kodu: 9789944387811
YAYINEVİ: Demos Yayınları
₺320,00
Li paş Çiyayê Şin deşteke mezin hebû. Di nav wê deştê de çemek diherikî. Ji ber ku ava wî çemî pirr zelal bû jê re digotin Çemê Zelal. Dora Çemê Zelal tev de giya û kulîlk bûn. Darê bilind li dû hevdû rêz dibûn. Li qeraxa Çemê Zelal di nav daristanê de gundekî şên hebû. Însanên wî gundî her roj derdiketin seyranê. Ji ber ku şêniyê gund pirr diçûn seyranê ji dora Çemê Zelal re digotin Welatê Seyranê.
Lê di şeveke tarî de zinarekî ecêb û mezin ji jor de hat û ber Çemê Zelal girt.
Gundiyan kirin nekirin zinar ji ciyê xwe neleqiya..
Kosî kîroşk hirç û xezalan alîkariya gundiyan kirin lê zinar ji ciyê xwe neleqiya.
Gelo wê çawa wî zinarê ecêb û mezin ji ber çemê zelal rakin?
Ji bo vê pêwist e Dilgeşê piçûk î wêrek berê xwe bide çiyan... Rêwîtiyek dûr û dirêj û bitalûke dest pê dike. Felata wî û xelkê wî ê di encama vê rêwîtiyê de diyar bibe...
Ji Mûrad Dildar di tama çîrokên sedan salan ê bavûkalan de çîrokeke fantastîk...