logo

Asus

Ürün Kodu: 9786055279509
Yazar: Mehmet Dicle
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺18,00
Yekemîn kitêba çîrokan a Mehmet Dicle "Asûs" bi çapa duyemîn ji nav weşanên Avestayê derket. Duyemîn kitêba Dicle "Nara" li Avesta derketibû û rastî elaqeyeke baş hatibû. Weşanxane kitêba sêyemîn a Mehmet Dicle ji bo Fûara Kitêban a Stembolê amade dike.
"Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû."
Ev navçe "Asûs" e.
Li wir mirov di dawiya temenê xwe de şiyar dibe.
Li Asûsê insan ber bi bayê reş dikevin.
"Li wê derê mirov neyarê xwe piçûk naxîne. Kes li hev dixin serê hev dişkînin carna hev dikujin jî lê kesek pê li şerefa ê din nake.
Ji ber ku mêrekî ku navê wî hatibe binpêkirin ji gurekî birçî hartir e."
Li Asûsê lez tune berfê her tişt qerisandiye zeman sekiniye.
"Asûs" ne tenê berhema yekem a Mehmet Dicle ye tevî "Nara" û "Ta" ew êdî yek ji mekanên herî balkêş ê edebî ye.