logo

Bendname

Ürün Kodu: 9789944382731
Yazar: Remezan Alan
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺18,00
Edebiyat an karê nivîsa hunerî madem ne di postê 'bersiv'ekê de di yê 'pirs'ekê de rohnî dibe madem ji her hînkirin û şahidiyê dûr e madem heqîqet ji bo wê tenê hincetek e nexwe lazim e xeta kurdî xwe ji her cure wezîfedariyê xelas bike. Na nexwe ew dê tu carî ji berterefkirina kêmasiyekê rizgar nebe û pêsîra xwe ji destê pêşengxwaz û nivîsendeyên îroyîn xelas neke.

Ev kitêb ne xebateke yekpare ye. Lê ne keskesorek e jî. Derbarê çand û edebiyata kurdî de ji çend bendan pêk tê. Lewma navê wê Bendname ye.

...Bendname xebateke tematîk e. Ji ber ku nivîsên wê guldesteyek in. Di hilbijartina wan de taybetiyên wek tîpîkî û temsîlkarî li ber çavan hatine girtin.

Hêvî ew e ku ev bend ji bo rexneya ku her kes ji 'tunebûna wê' gazindan dike bibin destpêkek.

Kitêba nû a Remezan Alan 'Bendname' di nav weşanên Avesta de derket.

Yazarın Diğer Kitapları

Son görüntülenen ürünler