Kitap Tanıtım Yazısı:
Helbestên Eyşem, deng û gotinên dilê wê ne. Lewra ji ew gotinên resen in, rêz û hevokên hêsan in, ew zû têkiliyê bi dil û hisên mirov re datînin. Ji xwe tiştê gotinê dike huner jî ev e.
Eyşem raman û wate di hunermendiya gotinê de xweş bi cih kirine û eşqa Xwedayî û evîna mirovî ji mirov re dibêje. Gava helbest wisa bin, mirov nikare wan fam neke û ji wan hez neke. Loma ji tahma helbestên Eyşem, weka şekirê qursikên biqul, demeke dirêj li ser zimanê mirovan dimîne.
Silêman Demir