Ji roja yekem a ku min dest bi xebatên li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir û vir ve min ev yek bi eşkereyî got; dîroka Kurdan, divê ne ji aliyê kesên din ve; lê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bi Kurdî bê nivîsandin. Ev ne tenê daxwazek e, di heman demê de mecbûriyeteke zanistî û exlaqî ye. Ji ber ku her ve gotina ku bi zimanê serdestan tê avakirin, nêrîna serdestan jî bi xwe re tîne. Heta ku Kurd, tişta ku aîdê wan e bi zimanê xwe û bi şahidiya xwe îfade nekin, wê dîroka wan kêm û çewt bimîne.
Ji ber vê sedemê, bi salan min her heman bang li ciwanên Kurd kir; amûreke qeydkirinê bigirin destê xwe, herin gun dan, bi kal û pîran re biaxivin, şahidiyan qeyd bikin. Herin Agiriyê, herin Zîlanê, herin Sasonê, Dêrsimê... Tiştên ku li wir hatine jiyîn, hatine tepisandin, hatinebêdengkirin, li cihê wê guhdar bikin û belge bikin. Ji ber ku bîra vê erdnîgariyê, ne di arşîvên fermî de; di ziman, vegotin û bêdengiya şahidan de veşartî ye.
Xebatên ku yek ji rêveberên Weqfa me, lêkolîner Nîhat Gultekin bi salan e li ser navenda Komkujiya Zîlanê û Berxwedana Agiriyê dimeşîne, bersiveke şênber a vê bangê ye. Xebatên li qadê yên ku nêzî panzdeh salan e tên meşandin, hevdîtinên dîroka devkî yên ku bi şahidan re hatine kirin, pirtûkên ku hatine weşandin û belgefîlmên ku hatine amadekirin, xebata pêşangehê... Ev giş, serpêhatî, şikestin û berxwedanên gelê Kurd hildidin binê qeydê û radixin ber çavan. Ev xebat, ji meraqeke akademîk zêdetir, bi hişmendiya berpirsiyariyeke dîrokî, bi Kurdî hatine kirin. Kurdî, hilgirê eslî yê vê dîrokê ye.
İsmail Beşikci