Stenbol, 1955… Ji kuçeyên kevnare yên Samatyayê ber bi Deşta Bişêriyê ve rêwîtiyeke nediyar… Xerîbo dema ku ji bo eskeriyê tê Batmanê, nizane ku ev ax ne tenê qada erkê wî ye; welatê koka wî, sirên veşartî yên bav û kalan e.
Li ber bayê Çemê Batmanê, di navbera pelên titûnê yên hêşîn de dengek bilind dibe. Ew dengê Zeko ye; qîza ser hişk, siwara bêtirs a ku serî li ber tu kesî natewîne. Li herê meke ku desthilatdariya axa û şêxan lê giran e, di dema quraftina titûnê de evînek zîl dide; evînek ku hem rê li ber eşkerekirina rastiyên kevn vedike hem jî sînorên mêrxasî û berxwedanê ji nû ve xêz dike.
Mihemed Seîd Temel, di vê romana xwe de xelkê herêmê, hezkirineke bêemsal û guherîna serdemekê bi zimanekî herikbar û şîrîn pêşkêşî xwendevanan dike.