logo

Dotmam

Ürün Kodu: 9789944382748
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺25,00
Vê carê 'Dotmam' dipeyive

Celadet Alî Bedirxan di şi'ra xwe ya navdar de dibêje:
Dotmam welê ye heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.
Hon hemî ji min ji me re bûn. Me kîjan bixwesta ne ewê ne mamên me ne digotin no. Lê min me hemiyan nizanî bûn. Çavên me bi we bi bedewiya can û giyanê we ne diket.
Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we lê yê me bû.
Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.
Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr pismam û her tiştê xwe maço bike.
Were dotmam were ez stûna heyîna te a stiwar im tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

Kitêba 'Dotmam' Rewşen Bedirxan bi vê şi'rê dest pê dike lê bi nivîs û axaftinên Rewşen Xanim dom dike. Bi taybetî bîranînên wê yên Kongreya li Dijî Koledariyê a ku di 1957an de li Atîna-Yonanîstan çêbû ji gelek aliyan ve balkêş dixuyin. Bi nivîs belge û fotoyan rûpelekî din ê dîroka me ronî dibe. Bi weşandina vê kitêbê di 100 saliya Rewşen Bedirxan de em ronakbîrek jinek hevalek dayikek mamostayek xebatkarek xatûneke pirreng ku qet jibîrkirin heq nekiriye ji nêz ve nas dikin.