logo

Helbest u Stranen Jinen Peştoni - Landayi

Ürün Kodu: 9786256678354
Yazar: Salih Bozan
YAYINEVİ: Na Yayınları
₺250,00

 

Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî

Çima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?

            Sedema pêşî, jinên  ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên Kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên Kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina Kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin.

            Navê van helbestan bi zimanê Urduyî Landayî ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: « Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne. » 



Landayî Dengê Kê ye?

 

            Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Herwiha ji bo em civaka efxanî ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin. Carinan nêrînên siyasî û rewşenbîrî gewhera gelan diyar nakin. Di Rojhilata Navîn de pir caran siyasetmedar û rewşenbîr di bin bandora hêvî û daxwazên xwe de hin nêrînan dinivîsin. Lewra hinekî dûrî helkewtê dikevin.

            Di van helbestan de, em nêrîna jina Efxanî ya gelêrî li ser jiyan, civak, welat, penaberî û hinek mijarên din dixwînin. Bi taybetî li ser civaka nêrzayî ya êlî û ya misilmaniya tûndrewî Ev jin ne siyasetmedar in, ne rewşenbîr in; tiştekî ji dîroka civaka xwe nizanin. Ew bi sewdan û hestan zarokên dema xwe û civaka xwe ne; û dûvre endîşe û fantaziyên siyasî ne. Em karin bibêjin, ev helbest zimanê civaka helkewtî ne. Bi gotineke din, ev helbest seranser rewşa jinê ya nûdemî di vê civakê de û taybetiya serkêşiya wê didine xuyakirin.  

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı