logo

Heterotopıa 2

Ürün Kodu: 9786059017336
Yazar: Kolektif
YAYINEVİ: Na Yayınları
₺50,00
Galegala Heterotopîk
Merheba Xwendevan/xwendekar/xwînerên ezîz (ev dişibe xwînê min jê hez nekir) Me got xwîn em bi xwînê dest pê bikin. Em di meha Îlon'ê de ne û qaşo ev meha Aştiyê ya Gerdûn'ê ye. Qaşo dibêjim ji ber ku di meha aştiyê de em herb û mirin û xwînê pêşkêşî aştiyê dikin. Li hemû erdnîgarê de xwîna ciwanan dirijê û dibe xwelî û dikeve devê pîrên zik tirrêl; ew jî li meydanan dikin kewt kewt û girêza xwe dirijînin. Di bin lingên mirovan de viçe viça xwînê ye. Em jî wek nivîskar an wek hunermend em qelema xwe di xwînê de dadikin û em dinivîsin: "Mirovan ji Kabîl'ê hov û vir ve bêhna xwînê stendine û har bûne em hibira qelema xwe dirêjî ber bi pozê wan dikin ku bêhna mirovatî û aştiyê here wan; em dibêjin "edebiyat" Me got edebiyat em dîsa di Heterotopîa de hevîrtirşekî didin we ku hûn bikin havên û pê bimeyin. Di hejmera Payiz'ê de bi dosyaya "Qeyranê" em derdikevin pêşberî we. Di dosyaya me de nivîskar û kedkarên edebiyata Kurd-mancî pirsen me bersivandinin ku ez bawer im ev bersiv hûrik û girikên edebiyata Kurd dide ber çavan bi xisûsî jî ev derdê me yê ku em dibêjin em cihoka edebiyata Kurd biguherin vî derdî dibersivîne. Zaningeha Heterotopîa di vê dosyayê de mîsyona xwe bi cih tîne. Ji alî çîrok û rexneyan de jî nivîskarên bi qedr û qîmet bi mijarên cuda(carina bi bêmijariyê) bi şêwaza cuda mîsyona me diselmînin. Di warê wergerê de; ji Virgina Wolf ji Hemingway ji Poe ji Sabahattin Alî ji Sait Faik ji Oguz Atay û ji Yusuf Atilgan bahra edebiyatê xwe dide ber me. Heterotopîa bixwînin ekla edebiyata heterotopîk werbigirin hilbigirin û di erdnîgara binhiş de bigindirin.
edîtoriya kovarê