logo

Kulilken Ezeb

Ürün Kodu: 9789757112297
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺11,00
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Hevîna te kûr e hêviya dinê

Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb

Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da

Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe nimêjgah û dêr

Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih rêlên min bê dar

Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim min kes ne xapand