logo

Kut

Ürün Kodu: 9786257304054
Yazar: Reşad Kemal
YAYINEVİ: Dara Yayınları
₺104,00
Dengê xwe nekir lê dudilî ma. Tiştek negot. Em ji gundê Xalîqişlayê ber bi Dîgorê ve diçûn. Sînorên ku çemê Erez di navbera Tirkîye û Ermenîstanê da xêz dikir xilas bû û vê carê çemê Arpaçayê bû sînor. 'Erdên Ermenîstanê ji dûr ve reşeve dikir hemû çiya û banî bû cihekî rast tune bû. Çemên ku bûne sînor jî wekî madenciyan erd dikolandin geliyên kûr li pey xwe dihîştin. Tam li eksa çemê Erez çemê Arapaçayê bêherrî û paqij bû bûbû hêlîna çivîk û berazan. Sînorên bi destê însanan çêkirî her tim ez xemgîn dikirim. Mi digo ma sûcê çem û çiyayan çi ye hûn wan ji xwe ra dikin me'ne û gundan bajaran heta heywanan ji hev vediqetînin. Gelo dema min li Qersê lîse dixwend di otobûsên dûmanên cixare tije da ev xwezaya li dor sînoran wekî maran dikişî mîna vê rojê li min vedida an na? Nê bîra min. Dê û bavê min ez li otobûsê siwar dikirim diya min çav li hêsîr tije bavê min bi hesret; zûr li çavê min dinêriyan kelegirîyek min digirt bi demê ra ew kelegirî bû her tiştê min bû bahola min bû kitêba min bû eynika min bû nanê min mîna zeytûnên hêşîn av hêdî hêdî tehlbûna wê bir

Son görüntülenen ürünler