Penaberî, gerîna li cihekî ewle ye. Penaber dema derdikeve ser rê, dev ji her tiştê xwe berdide û bi hêvîya peydakirina cihekî sitare û jîyaneke aram berê xwe dide rêyên dawîyên wan nedîyar. Li alîyekî hêvî heye, li alîyekî her cure astengîya kes û dewlet û şertên asê yên erdnigarîyê hene. Nasname, çand û bawerî barê giran ê her penaberî ye.
Ehmed Sedef di vê pirtûkê de, li ser avabûna nirx û sembolên nû yên civaka kurd, ka bi çi zehmetî û êşê çêbûne disekine. Herwiha her cureyê xwebûnê, ji nasname û pênaseyên zayendî bigire heta fikr û bawerîyên dijwar, raberî civakê dike. Çîroka xwe carnan di nava sînorên qedexekirî yên civakê de bi wêrekî digerîne, carnan ji xebatên çandî, hûnerî û zanistî heta her cureyê berxwedanê, bi xwebûneke nakok, rewşa çand û bawerîyê bi hest û xwestekên karekteran re dide ber hev û dihûne.