logo

Mijabad

Ürün Kodu: 9786055279042
Yazar: Jan Dost
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺20,00
..."Mijabad" bi tevayiya xwe romaneke serketî ye gelekî bi serketî ye. Min bawer nedikir ku ewqasî be lê min nihêrî ku ji baweriya min jî wêdetir û gelekî başir bûye.

Ew cîhên tê de ew navên qehremanan û ew tarîxên ku tê de destnîşan in... ku ew hemî di cîh û wexta xwe de bin (qesta min ku çewtî di wan de tunebe) romaneke bêqisûr e û gotinên zêde jî heram in.

Hesenê Metê

Mirov dikare bibêje ku Mijabad harmoniya trajediyê ye. Di romanê de trajediya şexsî neteweyî û trajediya mirovahiyê bi hostatî li hev hatiye hunandin. Her çiqas mijar li ser bûyereke neteweyî be jî romannus lehengên romanê qurbana mijarê nekiriye yanê êşa evînê qurbana hestên neteweyî nekiriye ev jî ji bo romanê xaleke erênî ye.

... Di encamê de wek romaneke trajîk Mijabad ji bo çêbûn û gihandina hestên neteweyî û pêşderxistina wijdana mirovahiyê li beramber zilm û bê edaletiya carî ya cîhanê berhemeke serketî û hêjayê pesnê ye.

Zulkuf Xweşhêvî