logo

Mirzaye Reben

Ürün Kodu: 9786052246528
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺30,00
Samanci di salên 90î de dest bi nivîsandinê kiribû û yekem kitêba wê bi tirkî 1993yan çap bû. Bi
çîrokan dest bi nivîsandinê kir û ligel wê roman jî nivîsandin. Heta
niha çîrok û roman bi hev re gelek berhemên wê çap bûn. 2015an yekem berhema wê ya bi kurdî ku çîrok bû "Ew jin û mêrê bi maskê"  hate çapkirin. Samanci vêga jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwendevanan:
"Mîrzayê Reben."
Ji romanê
"Tenêtî û valahî wek ajalekî têrnexwar di dilê wî de diçêriya... Pirrcaran xwe wek mirovekî bêhît dinirxand ji ber vê dixwest dev ji her
tiştî berde û di jiyana xwe de rûpelekî nû veke; lê Pişo jê re digot;
"Mîrzo ev daxwaza te hêviyeke şikestî ye lê dîsa jî hizira wê ne
xerab e." Wî dema rojbûna Şukranê çima bi navê yekî nediyar destegulek danîbû ber derê wê çima evîndarek bi Şukranê ve dizeliqand ev lîstok hemû ji bo çi bûn? Pişo li hember wî runişt pişta xwe da paldankê çend caran qelûn kişand mîna ku bêhna qelûnê kete pozê Mîrza biziyar li heviya axaftina Pişo bû Pişo bi rabêja mirovekî pir zana gotê; "Ti tişt bê sebeb nînin ma ne wisa ye? Te ava Şukranê germ kiriye û niha
jî li mahna digerî mûriyên te yên binehişî dixwazin ronahiyê
bibînin... Roja ku te Sara dît hema tu sero bino bûyî ji temenê te yê
mezin nebiya niha tu li ber deriyê Sara bûyî ma ne wisa ye?" Mîrza
stuyê xwe xwar kir ji bin lêvan re keniya û got: "Belê belê wisa
ye..."