logo

Odeyek ji bo xwe & Virginia Woolf

Ürün Kodu: 9786257253307
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺30,00
Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe karaktereke xeyalî diafirîne gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide raberî me dike bê serdestî şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe çav û hişê xwe li berhemên mêran ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.

Son görüntülenen ürünler