logo

Qesra Balindeyen Xemgin

Ürün Kodu: 9786055279868
Yazar: Bextiyar Eli
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺35,00
Romana Bextiyar Elî " Qesra Balindeyên Xemgîn" bi kurmancî derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Heta niha du romanên Bextiyar Elî "Êvara Perwaneyê" û "Apê Min Cemşîd xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir" bi kurmancî derketine û elaqeyek baş dîtine.

Sewsen Fîkret keçeke ciwan bêyî ku çûbe derekê wir dizane dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike.
Mensûr Esrîn xwendekarekî gênc ê zanko xortekî romantîk...
Kameranê Selma kêrkêşekî jîr xortekî çavsor...
Xalid Amûn ji eşîrek mezin tolazekî dewlemend...
Mensûr Kameran û Xalid her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin 8 salan li dinyayê bigerin teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.
Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret hemû balindeyan li malekê kom dike navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.
Lê ne ew kesên berî 8 salan e ne şar eynî şar e... êdî sal di ser Enfalê re çûne tu hebûna be'siyan li welêt nemaye hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê "birakujiyê" re rengê qesrê diguhere dibe; "Qesra Balindeyên Xemgîn".