logo

Rûmeta Çiyayên Windabûyî

Ürün Kodu: 9786258546279
YAYINEVİ: Doz Basım Yayın
₺280,00

“Ev rêwîtî ne rêwîtiyek betlaneyê ya bêhnvedaneke asayî bû, ji bo avjenî û xwarinê, Lê ew rêwîtiyeke wisa  bû ku çend sal bûn min xwe ji bo wê amade dikir. Rêwîtiyek ku çend armancên wê hebûn: Pêşî min dibe cem hevalê min Firad ê li Yalovayê dijî paşê jî ji wir ber bi Kurdistana xemgîn û himbêza bîranînên zaroktiya min ve. Min dixwest xatir ji bav û diya xwe û hezkiriyên din yên ku koça dawî kiribûn bixwazim. Di heman demê de, min plan dikir ku romana dîrokî ya ku min dinivîsand biqedînim. Roman li ser çarenûsa hin kesan di qonaxên dawîn yên Şerê Cîhanê yê Yekem de bû. Min dixwest romanê bi çîrokên hin zilamên pîr ên ji gundê zarokatiya min, ku bi xwe li wir bûn, û min hêvî dikir ku hîn jî sax bin, biqedînim.

Lê ez çawa dikarim bîranînên gundên şewitî, rûmeta windabûyî ya çiyayan, leşkerên kamuflajkirî yên bi çekên xwe yên ku kişandî, tirsa mirinê ya ku di bin çermê min de diçû, şevên bêdeng yên dirêj û bêdawî, li dû xwe bihêlim.”

Bilal Görgü Şadi 

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı