logo

Rewdîn Neîm

Ürün Kodu: 9786050661293
Yazar: Kolektif
YAYINEVİ: Dara Yayınları
₺240,00
Em di vê xebata xwe da li ser Rewdî'n-Ne'îm'a Şêx 'Ebdurrehman'ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî'n-Ne'îm'ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn destxeta muellîf yanî ya Şêx 'Ebdurrehman'ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da em li ser jîyan û eserên Şêx 'Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh me di derheqê wî û eserên wî da mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan yanî ji 'eynî malbatê gelek şa'ir û 'alim derketine loma me di 'eynî beşê da cî da danasîna şa'îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan dan nasîn. Di beşa duyem da ji ber ku mijara Rewdî'n-Ne'îm'ê di derheqê "Hîlye" û "Mî'rac"a Hz. Pêxember da ye loma me jî bi awakî fireh di derheqê hîlye û Mî'rac'ê da agahî da.  Di beşa sêyem da jî me Rewdî'n-Ne'îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand.

Rewdî'n-Ne'îm bi mûxtewîyata xwe helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx 'Ebdurrehman di vê esera xwe da evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye yanî ne'tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî'n-Ne'îm li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî ji alîyê muqeyeseyê ve esereka gelek stûr e. Mijara wê hîlye û Mî'rac'a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da kitêb beş bi beş e. Kitêb ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.


Hemî dê biçin cennetê bêguman
Hîsab û 'ezabek tu nîn e li wan


Bi bab û bi daê Resûlê Kerîm
Bi ensabê Sultanê îhsan'emîm 


Îlahî! Tu "Rûhî" nekî şermîsar! 
Kerr û lal û gêj e tu nîn e medar!

Son görüntülenen ürünler