logo

Reya Jiyane

Ürün Kodu: 9786052246610
Yazar: Hesen Şetevi
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺57,00
Kendal Nezan di pêşekiya kitêbê de wiha dibêje:
"Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê.
Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm orf û adetên vê malbatê çi bûn yên bajarê Ûrmiyê çi bûn peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re bi welatparêzên kurd ên din re bi qewmên cîranên wan ango azerî aşûrî ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî kesayetiya wî berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû?
Agahdariyên Dr. Șetevî yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet nuktedan devliken a Dr. Qasimlo pirzimaniya wî kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî evîna wî ya ji bo helbest stran û goraniyan ji bo qise û sedayên xweş ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne.
Pirtûk mîkro-dîrok e lê cureyeke şecerename ye jî ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdariyên kêmnas e li ser herêma Ûrmiyê li ser jiyana civakî ya vê herêmê li ser "saga"ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat."

Son görüntülenen ürünler