logo

Roja Nu u Edebiyata Kurdi ya Geleri 1 Çirok u Serpehati

Ürün Kodu: 9786052246269
Yazar: Kolektif
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺28,00
Avesta hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara "Roja Nû" de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba yekem "Çîrok û serpêhatî" ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin.
Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse.
Roja Nû ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e. Çîrok stranên gelêrî şer dûrik qewl û ayîn mamik gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di hejmara pêşî di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike. Ev têgihiştin raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.
Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî 95 stranên kurdî 16 qewl û ayîn 61 dûrik 2 şer lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.
Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.