logo

Rojek ji Rojen Evdale Zeynike

Ürün Kodu: 9786053750765
Yazar: Mehmed Uzun
YAYINEVİ: İthaki Yayınları
₺21,00
Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê navê eşîra min e. Hin navên min ên din jî hene; dengbêjê kovarê stranvanê Hawarê û hwd... Heta carina ji bo min weha jî tê gotin; 'dengbêjê me yê delal kalemêrê Kîkan roniya çavan îxtiyarê civatan berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan...' Gava meriv zarşêrîn be û bixwaze dilê yekî xweş bike gotin û qise pir in. Belê rast e; ez dengbêj û stranvan im. Ji stran kilam çîrok mesele serpêhatî û gotinan pê ve ez bi kêrî tu tiştî nayêm. Gotin jîna min e.
Ji devê Ehmedê Fermanê Kîkî dengbêjekî ku gotin ji xwe re kiriye jiyan rojeke bi qasî umrekî a şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê.

Yazarın Diğer Kitapları