logo

Şefaq Diwana 6An

Ürün Kodu: 9789758637577
Yazar: Cegerxwin
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺19,00

"Navê Cegerxwîn navê hostê xebera xudanê lewzê şîrin li her çar terefê Kurdistanê ji rohilatê girtî hetanî roavaê ji şîmalê hetanî cenûbê nava xwendevanê kurda da xweş eyan e. Şiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurda yê nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin bîr û baweriya xwe miletperweriya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek li ku şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.

"Serpêhatiya Cegerxwîn ew serpêhatiya miletê me ye: Kesîbî zulm û zorî hebs û lêdan werguhêzî û mihacirî. Lê tevî van gişka -serbilindî û kubarî mêrxasî û egîtî hîviya bêşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bîr û baweriya nivîsarêd Cegerxwîn ew bîr û baweriya miletê me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliyê cimetê hizkirî ne û milet wana diparêze."

Casimê Celîl