“Dibêjin, gulan di ser xwe re bûkan qebûl nake.” Ew meha gulan e. Tenê guldexwîn cuda vedibe. Dibêje, rastiya xwe tu caran ji bîr nekin.
Ji bo Navdar încarê gul ji her gulanê xweştir bêhn dide. Stenbol vê biharê cardin bi helaleyên rengîn xemiliye. Berpalên Tengava Stenbolê bi darên benav, erguvanan û bi kulîlkên taybet xemilîne.
Guldexwînan niha li Hesandînê xwe nîşan dane. Hêdî hêdî zarokên çiya dîsa ber bi wan ve dikişin. Çend sal in ji hev dûr ketine. Dîsa li derdora çiya zarok rêz bûne. Geh govendê digirin geh dareqîtikê dileyîzin geh jî bi heftokan dileyîzin. Zêdetir jî hesret û bêriyê dikujin. Bihar xwe dubare dike, jiyana kurdan jî xwe dubare dike. Lê Navdar naxwaze di hinek tiştan de xwe dubare bike.