logo

Xana Delalan

Ürün Kodu: 9786256678057
YAYINEVİ: Na Yayınları
₺120,00

KANÎYA GEWHER

 

Zîlên gora porên te çi nazik û narîn e

Wek qaza Îraqê destê min di nav da bigerîne

Histîyê te zirav dirêj çavên te reş  tarî ne

Li ser singê qelqaş ref ref kewa danîne

 

Hûr  hûr li erdê dikişî kaniya gewherî

Gerînekên Mûrad î ji pêla ra hevser î

Gure gura Ferat î na na tu ava kewser î

Li cihê evîndaran bi şev bi roj digerî

 

Gustîla destê Mem î nîşana Zînê yî

Şikefta  Hesenevdalê  desmala Nazê yî

Zinarê Sîpan î kalekala Xecê yî

Tu fikra Mecnûn î di eşqê da asê yî.

Son görüntülenen ürünler