logo

Çaryek Esman Bi Şun De

Ürün Kodu: 9786055585303
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
Şeyhmus Dagtekin êdî bi zimanê xwe ye...

Kitêba bi navê "Au fond de ma barque" (Di binê keştiya min de) Le dé bleu Paris 2008 ji aliyê Sacha Ilitch ve hat wergerandin bi navê "Çaryek esman bi şûn de" di nav weşanên Avestayê de derket.

Şeyhmus Dagtekin di axaftinek xwe de wiha dibêje: "Xewnan dîtin têr nake dibê mirov bike" ji min re digot bavê min. Ez rabûm û min dest pê kir. Min gotinek kir devê xwe ku bikaribe bigihê dilê kesek din ku bikaribe dilê min vebike di nav devê kesek din de."
Kitêbên Şeyhmus Dagtekin ên din jî ji bo kurdî tên amadekirin.

Şeyhmus Dagtekin - Di 1964an de li Harûn gundek kurd li herêma Semsûrê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya odio-vuzuelê li Enqerê ew di 1987an de diçe Parîsê û lê dijî. Li vir jî xwendina xwe di warê sînemayê de didomîne û di dû re xwe bi temamî dide zimanê fransizî. Dagtekin bi fransizî kurdi û tirkî dinivîse. Piraniya kitêbên wî li ba Castor Astral hatine weşandin.
Berhemên wî :
- Artères-solaires (Rehjeyên-tavê) helbest l'Harmattan 1997.
- Les Chemins du nocturne (Şeverê) helbest Le Castor Astral 2000 (Prix international de la poésie francophone Ivan-Goll - Xelata navneteweyî ya helbesta fransizîaxêfan ya Ivan-Goll-).
- Le Verbe temps (lêker- dem) helbest Le Castor Astral 2001.
- Couleurs démêlées du ciel (Rengên verisiyên esmên) helbeset Le Castor Astral 2003.
- À la source la nuit (Li çavkaniyê şev) roman Robert Laffont 2004 (mention spéciale du Prix des Cinq Continents de la Francophonie -dikara tabetî ya Xelata Pênc Qitayên Fransizîaxêfînê-).