logo

Desten Vala

Ürün Kodu: 9786055279110
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir.
Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat.
Mijara leyistikên wan tenê şer bû...
Ji çîroka "Destên Vala"
Destên vala yên ku li têhna destê bav digerin hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn bibin hêt... Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin Mîrza bênavber dibêje:
- Destê bavê min... Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!..
Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala... Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû li destên vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin.

Yazarın Diğer Kitapları