logo

Endişeya Pexember

Ürün Kodu: 9786052246382
Yazar: Kolektif
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺28,00
Mîna ku meriv di jiyana xwe ya derbasbûyî û ya vê gavê de her tim bi tena serê xwe jiya be bêyî ku li tu kar û baran li çêkirina xwarinê li şuştina firaxan li paqijiyê û li cilşuştinê biheyire; serê sibehan qahweya xwe bi xwe çêbike taştiya xwe bi xwe hazir bike kulîlkên li ber pencereyê bi xwe av bide û asûgiyên xwe yên derve bi xwe bike; di her serê êvarê de derkeve meşeke bi qederê seetekê di vegerê de ji firneya kêleka malê nanekî teze bikire li bin kamelyaya sîteyê rûne û bi deqîqeyan li ezmanê vî bajarê birîndar temaşe bike; di demeke weha de li vî bajarê belangaz vegere ku li her kuçe û sikakên wî lawên bavan bi dev dikevin erdê jinên li ber welidandinê ji tirsa dengên sîlehan berdavêjin û sêwî bi dawa dêya xwe ve dibin çirçirk; dîwarên bedana kevnare û Minareya Çarling ji guleyên teresan dibe moxil û serad xwîna lawên bavan li kevirên reşxemilandî dibe herikîna cihokê û bi sedan bisk û gulî bi ser tabûtên fêrizan de tên qutkirin; keç û lawên bavan mîna paşmêlkan di sikakên çivîkî de li rêya revê digerin û xwe davêjên bextên welatên dûr hemû mal û milkên vî miletê perîşan ji terefê faziqan de desteser dibin û rojê bi dehan keç û lawên bavan di qefes û lelekên bêbavan de bi zikkişkê diherin kurahiya zindanên zaliman; di vê dema ku dê weledê xwe avêtiye tu di vî hundirî de çi dikî?