logo

Şapat

Ürün Kodu: 9786052246498
Yazar: Enwer Karahan
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺25,00
Berhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan:  ''  Derket"  


"...Çi ye ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere bênav û bêhizûr... De îcar te xêr e bavê minooo te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te çîrok-mîrokên te roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene ew qas meriv û mihubên te hene ew qas heval-mevalkên te hene ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...
Ew her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.
De îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî îcar çi ye ne çi ye ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.
Ka qala xwe bike qala xwe... Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye mêrik  nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye yê Xeto û Remo ye. Êêêê ê me çi? Me çi ji te fêm kir?"

Yazarın Diğer Kitapları

Son görüntülenen ürünler