Çîrok ne tenê gotin û zargotina rojane ye; ew stûna pişta bîr û ferhenga netewan e. Di cîhana edebîyatê de çîrok amûra herî bi hêz e, ku ezmûn, çand, biwêj, metelok, nirx û hestên mirovahîyê ji nifşekî digihîne nifşekî nû. Çîrok, xeyalan berfireh dike, empatîyê di navbera mirovan de ava dike û nasnameya civakî zindî dihêle. Ji bo zimanê kurdî wateya çîrokan hêj kûrtir û giringtir e. Zimanê kurdî ku bi salên dirêj rastî zext û qedexeyan hatîye; bi saya çîrok û çîrokbêjan (çîrokbêj û dengbêj) kanin hebûna xwe ya wêjeyî biparêzin. Di çand û zimanê kurdî de çîrok giring e.
Edebîyata çîrokî şaxekî nesrê (pênûsa otonom/prose) ye ku li ser bingeha bûyer, şer, kes, cih û demê ava dibe. Ji çîrokên gelêrî yên devkî bigire heta çîrokên nûjen (modern), taybetmendîya wê ya herî mezin kûrbûna hestîyarî ye. Çîrokên zimanê kurdî bi hezar salan e, bi nirxên zimanê kurdî hetanî dema me anîne û dewam dike...