logo

Kilam - Stranen Kurdi

Ürün Kodu: 9786055585167
Yazar: Cewad Merwani
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺76,00
Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin nexasim di muzîka kurdî de.

Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat civakeke tradisyonel e kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide.

Di destpêka sedsala 21ê de tevî hemû zordestî asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî eger em îro behsa kultur ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye ê dengbêj çîrokbêj stranbêjan... e. Ew bîreweriya sedan salan e.
Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan.

Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye.

Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.