logo

Kurden Nejibirkirine

Ürün Kodu: 9786055585600
Yazar: Nuredin Zaza
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺26,00
Di vê kitêbê de hemû nivîsên Nûredîn Zaza bi taybetî nivîsên wî yên edebî hatine berhev kirin. Hin ji van nivîsan ji arşîva jinebiya Nûredîn Gilberte Favre-Zaza; hin jî ji nameyên ku wî ji Kendal Nezan re şandine û yên din jî ji nivîsên wî yên Hawarê hatine deranîn û amade kirin. Çend sal berê gava ku Nûredîn Zaza: Bîranîn ji destnivîsên wî hate amadekirin me wiha bawer dikir ku êdî nivîsên Nûredîn Zaza yên neweşandî nemane. Lê Gilberte Xanim bi me da zanîn ku di destên wê de hinek deng (li ser kasetên kevn) û çend rûpel jî destnivîsên Nûredîn Zaza hene. Me ew deng guhdarî kir û tevî destnivîsên mayî li ser kaxidê raxist. Di kasetê de tenê şi'rek (Derketî) û şanoyek (Stêrk) hebûn. Ên din di wextê xwe de di Hawarê de hatibûn belav kirin.
Bi vî awayî hemû nivîs û destnivîsên wî yên dawîn jî tên weşandin.

Yazarın Diğer Kitapları