logo

Biranin

Ürün Kodu: 9789944382441
Yazar: Nuredin Zaza
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺28,00
Dr. Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêşengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de leyîstiye ji salên 1950 ta 1970an nexasim li Sûriye û Libnanê piştevaniya tevgera rizgariya Kurdistana Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piştî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike. Zaza serpêhatiyên xwe di 'Ma vie de kurde' (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêşîn e dikeve çapê. Şahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka kurdî ya nêzîk. Kitêb di nav weşanên Avesta de çap bûye û 152 rûpel e.

Yazarın Diğer Kitapları

Son görüntülenen ürünler