logo

Kurtıkê Bıbetan

Ürün Kodu: 9786259114897
YAYINEVİ: Sidar Yayınları
₺180,00

Wê rojê mirov di çavê min de mir, mirovahî jixwe mirî bû... Navê min 'Kurtikê bi Betan' e. Li ser laşê min tenêtiya min wek daristanê şîn bû. Li ser laşê min fermana serê Ermeniyan hat birîn. Li ser laşê min tenûra agir dadan û ez bi saxî şewitandim. Bi saxî ez kuştim, girtim û sirgûn kirim. Li ser laşê min ê tazî tova mirinê reşandin.
Wek kurtikekî bi betan jî nedibûm. Wek mirovekî bê laş, bê rih û bê serî bûm sed sal. Ev sed sal e ez nîvco mame. Çiyayên Sasûnê û Andokê şahidê vê êşê ne. Ez bê çerm im, bê zar û ziman im. Lê dîroka ku tê xwestin were jibîrkirin, di dilê min de dijî.
De ka werin em bi hev re herin ji vê mirinê! Em herin cihekî ku mirov û jiyan lê ne mirî ne. Em herin cihekî ku heqîqet lê nehatiye tinekirin."

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı