logo

Rêbaza Zanistê

Ürün Kodu: 9786259380650
₺250,00

Rêbaza Zanistê; ji bo naskirina civakê, têgihiştina xwezayê, têkilî û nakokiyên di navbera civakan de rêbaza fikirînê ya herî girîng e ku ramana mirovî pêş xistiye. Di heman demê de, ji bo bidestxistina agahiyê, rêbaza herî derbasdar û herî saxlem e.
​Lêkolînkirina têgehên wekî zanist, îdeolojî, îdeolojiya fermî, qedexeyên ramanê, pergala siyasî, rejîma siyasî, azadiya ramanê, azadiya îfadeyê, azadiya akademîk û têkiliyên di navbera van têgehan de girîng e. Dema mirov qala zanistê dike, divê ev hemû têgeh û têkilî werin ronîkirin.

​Di rêbaza zanistê de; nedîtina rastiyan, înkarkirin, berevajîkirin û li gorî niyet, siyaset û îdeolojiyan guherandina wan, ne exlaqî ye û ne jî gengaz e.

​Têgeha “zanistê”, di salên dawî de pir hatiye hincirandin. Li her derê, bi hewce û bêhewce tê bikaranîn. Bi taybetî siyasetmedar, bi bikaranîna vê têgehê di her derê de, wê pir bêwate dikin. Ev pêvajo naveroka têgeha zanistê vala dike. Endamên zanîngehan û endamên çapemeniyê jî; bêyî ku balê bikşînin ser azadiya îfadeyê û qedexeyên ramanê, tenê giranî didin ser têgeha ‘azadiya akademîk’.

​Di dîrokê de zanyar, ji aliyê xebata xwe ya zanistî ve, nikare ji rêbaza zanistê tawîzan bide. Li hemberî tundî, zext, terora dewletê an jî zextên civakî-siyasî; kîngê û bi çi qasî ji rêbaza zanistê derbikeve an jî bêdeng bibe, ew qas ji zanyarbûnê dûr dikeve. Ji vî aliyî ve İsmail Beşikci, ji ber ku bi dilsoziya zanistê tevgeriya û li hemberî hemû zextan ji parastinên xwe paşde gav neavêt, zêdetirî 17 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kir. Di dîrokê de fîzîknas Galileo jî li hemberî zextan paşde gav avêtibû, lê İsmail Beşikci paş de gav neavêt. Wî rûmet, wijdan û exlaqê zanyarbûnê bi berdela canê xwe parast, lê xwedî derket, di cîhanê de bû mînak û bû cihê rêzgirtinê.

Yayınevinin Diğer Kitapları

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı