Pirtûk jiyan, raman, têkoşîn û helwesta rewşenbîr û zanyarê navdar Dr. Îsmaîl Beşikci bi kûrahî radixe ber çavan.
Îbrahîm Gurbuz ku bi salan e hevrê û şahidê nêzîk ê rêwîtiya Beşikci ye, di vê xebata berfireh de qonaxên jiyana wî ji zarokatiyê heta salên xwendekariyê yên Fakulteya Zanistên Siyasî, ji doz û girtîgehan heta bandora wî ya li ser nifşên kurdan vedibêje. Her wiha di berhemê de kurtedîroka xebatên kurdolojiyê, geşta nivîskar û Beşikci ya piştî şêst salan a ber bi bîranînan ve û hevrûkirina berxwedana Beşikci bi ya Sokrates re cih digirin.
“Tiştê ku vê berhemê cuda û girîng dike, hevgirtina ramanên Beşîkcî ya rasterast bi lêkolîna meydanî û bi şahidiya kesane re ye. Nivîskar çûye Kebanê ku Beşîkcî cara ewil Kurd li wir nas kiribûn; cihên ku lê leşkerî kiribû bi hev re serdana wan kiriye. Ji gundê ku lê ji dayik bûye heta dibistana seretayî, ji dibistana navîn heta lîseyê û Fakulteya Zanistên Siyasî şopa jiyana wî gav bi gav şopandiye. Bi vî awayî nîşan daye ku ramanên Beşîkcî di bin kîjan şert û mercan de û bi kîjan tecrûbeyan şikil girtine, ne tenê bi rêya metnan, li ser van mekanan jî nîşan daye.
Heta roja me ya îro li ser Îsmaîl Beşîkcî gelek pirtûk û xebat hatine nivîsandin. Lê belê Sokratesê Serdema Me ji hemûyan cuda ye; ji ber ku jiyana Beşîkcî, pêşveçûna wî ya rewşenbîrî, rêbaza wî ya zanistî, lêkolînên wî yên meydanî û keda wî ya bo Kurdnasiyê bi rengekî giştgir digire dest. Ji ber vê sedemê ev pirtûk di nav xebatên li ser Beşîkcî de xwedî cihekî resen, taybet û pêşeng e.” Elîf Gun