Ev pirtûk, li ser pêvajoya binçavkirin, vepirsîn û îşkenceya ku di destpêka Cûntaya 12ê Îlona 1980yî de li min hatiye kirin û çavdêrîyên min yên di nezaretxane û îşkencexaneyê de hatiye avakirin. Her hevoka vê pirtûkê serpêhatî û şahidîya min a rasterast e.
Min ev nivîs, di sala 1982yan de li Şamê nivîsî û di sala 1983yan de, di sê hejmarên kovara Armancê de, li Swêdê hate weşandin. Piştî gelek salan, bêyî ez naveroka nisxeya destnivîsê û ya ku di Armancê de belav bûbû biguherim, min pêşgotinek lê zêde kir û ji bo ku wekî pirtûk bi kurdî, tirkî û swêdî bê weşandin, ji nû ve amade kir.
Ev xebat, bi wateya klasîk a peyvê, ne pirtûkeke bîranînan e. Armanca wê ji avakirina çîrokeke bîranînên kesane zêdetir, qeydkirina rasterast û belgeyî ya serdemekê ye ku qewimiye. Ji ber vê yekê, nivîs bi awayekî kronolojîk, rasterast û bêşîrove hatiye nivîsîn.
Ev pirtûk, bi bûyerên ku şeva derbeyê, nêzîkî saet 04.00an rû dan û atmosfera ku hingê peyda bû, dest pê dike û qedexeya derketina derve û qedexeyên din ên ku bi radyo, televîzyon û megafonan hatin ragihandin, paşê jî atmosfera tirs û zordarîya ku li ser welatê me serdest bû, êrîş û girtina bi ser mala min û dibistana ku ez lê mamosta bûm û pêvajoya girtina min vedihewîne.
Di pirtûkê de her wiha sê nivîsên kurt ên sê kesên hêja yên ku bi awayên cuda şahidê heman demê bûne -Dr. Salih Ozgokçe, dermansaz Fevzî Paydaş û hevjîna
min Sabîha Diljen- jî cih digirin.