Hespên kihêl û kumêt in helbestên Xalit Tendîk. Ji deryaya bêjeyên şoreşgerî afirîne. Carrisin wek zinarên welatê xwe. Serhildêr û ji xwe bawer in. Ne diwestin, ne ditewin. Bêyî li neqeb û gêdûkên zimên bifekisin, li erdnîgara zemanan dibezin. Kovîbûna mîtolojîyê, çîrokên edebîyata devkî, dilsojîya zimanbaz a dengbêjîyê û çetînbûna destanan xistine heqîban, heqîb avêtîne ser pişta hespan û kumêt kumêt dibezin, tînin ji me re.
Xewê xewn, xewnê xew dirêj kir…
Di helbestên Xalit Tendîk de, xew xewnê dadixe kûranîya xeyalê, li Ereşkîgalê bi hûtên heftserî re şerr dike. Xewn vediguhêza rastîyê, helbest li ser koka xwe bilind dibin û derdikevin ser rûkala dinyê. Li çîya û daristanan, qesta hilweşîna serdestîya Xûmbaba’yên xedar dikin ji nû ve.
Çîroka van helbestên serhildêr hê nû dest pê dike…