logo

Bingehen Gramera Kurdmanci

Ürün Kodu: 9789944382922
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
apkirina berhemên Celadet Alî Bedirxan didome

Avesta çapkirina berhemên Bedirxaniyan û bi taybetî ên Celadet alî Bedirxan didomîne. Heta niha berhemên ku hatine çapkirin ev in:
- Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij bi tirkî)
- De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)
- Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)
- Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot bi tirkî 3 çap yek jê taybet)
- Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan bi osmanî)
- Kurd û Welatê Wan Kurdistan
- Hevind (şano)
- Ferheng (Kurdî-Kurdî 2 çap yek jê taybet)
- Kürt Sorunu Kökeni ve Nedenleri / Blêç Şêrko
- Dotmam / Rewşen Bedirxan
- Elifbêya Min / Kamiran Alî Bedirxan
- Kulîlkên Ezêb / Kamiran Alî Bedirxan
- Conî û Cimêma (werger)
- Çarînên Xeyam ( Werger)

Û vêga berhemek din li van berheman zêde dibe:
- Bingehên Gramêra Kurdmancî.

Salih Akin di pêşgotina kitêbê de wiha dinivîse:
Ji bo ku zimanek bê parastin divê ew bê nivisandin. Zimanekî niviskî ne tenê çêtir dikare bê hînkirin ew her wiha danîşana netewbûnê ye. Bi tescîl û arşîvkirina ziman bi damezrandina gramerek ji bo zimanekî ku jê bêpar e Bedirxaniyan gihîştin armancên xwe yên ku bi rêya siyasetê nikaribûn bimeşînin.
Naveroka gramerê jî ji yên din gelekî cudatir e. Ev gramer yekemîn gramer e ku li gor metodên berhevdana zimanasiyê hatiye avakirin. Qaîde û rêbaz ne tenê li gor devok û axaftina çend kesan hatine tespît kirin lê di çerçoveya çavdêrî lêkolîn û anketan ku li gelek deverên kurmanjîaxêf hatine lidarxistin. Daneyên ku bi van lêkolînan hatine berhevkirin di bin serenavê "navdêr mêjer tewang veqetandek pronav û rengdêr" de tên danasîn.

Yazarın Diğer Kitapları