logo

Kurd ü Welate Wan Kurdistan

Ürün Kodu: 9789944382878
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺13,00
Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan vê carê bi lêkolîneke kurdolojî didome: Kurd û Welatê Wan Kurdistan. Her xwendinek an jî lêgerînek a di nav rûpelên Hawarê de fikr û dîtinên nû dide mirov. Ev berhema di destê we de jî encama yek ji van xwendin û lêgerînan e. Ev berhevok aliyekî din ê Hawar / Celadet Alî Bedirxan derdixe ber çavan: Xebatên kurdolojî.
Celadet Alî Bedirxan di nivîsa destpêka kitêbê de wiha dibêje:
Belê xorto xwe binas lê ne ser pelekî xwe qenc bi dehkere û bingeh binas.
Heyina te heyina milletê te tenê bi hatin nasînê tête pê. Hetanî ku tu meyî naskirin xwe medî nasîn di nav koma milletan de cihê te nîne.
Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin. Belê armanca wê ev e: Te ji te re dane naskirin.
Xorto! Tu çîlê milletekî kevn nîjadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurrê kurdan neviyê medan dahatiyê ariyan î...
Dîsan nizanin ku kurd ne avzêm in kanî ne. Bi dagirtina çem û rûbar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.
Xorto! Holê bixebite an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin ava dikin.
Keçê! Di van gotinan de para te ne hindik e. Keçê! Tu keça wî camêrî jina wî mirovî diya wî xortî yî ku min şîretan lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê ev xortê ha xortê te ye...
Keçê! Min ji te divêt tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ku li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di herkar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî pê re jî bimirî.

Yazarın Diğer Kitapları