logo

Runiştiman

Ürün Kodu: 9786059082686
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺16,00
Nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên li ser welat û bajaran ku di kovarên Hawar û Ronahî de çap bûbûn bi navê "Rûniştiman / Dersên Cexrafyayê" wekî kiteb di nav weşanên Avesta de derketin.
"Sînemxan! Wê rojê gava min tu dibirî dibistanê bi rê ve te ji min re bi fransizî strand.
Piştî ko te xwendina xwe qedand te ji min pirsî: Bavo di Hawar an Ronahiyê de ji bo zaroyên kurdmancan tiştekî bolê heye? Jê re bi fransizî "géographie-cexrafye" dibêjin. 
Min bêî ko ez bidim eqilê xwe li te vegerand û got: Belê heye ma çawan nîne.
Ji xwe em gihaşti bûn dibistanê. Me xatir ji hev xwest û em ji hev veqetiyan.
Min ev tişt ji xwe ji bîr rakiri bû. Lê êvarê gava tu vegeriyayî mal tête bîra te tu hatî defterxana min û te ji min re got: 
- Bavo ji kerema xwe ji min re cexrafya bi kurdmancî bixwîne.
Ez bêgav ma bûm. Ji bo dilxweşiya te min Hawarek kire destên xwe û min ji te re jê çîrokin xwendin. Ew çîrok di Hawarê de nîn bûn. Min ew bi hilketina şihra ko berî nîvro te ji min re xwendi bû li hev siwar dikir û ji te re dixwend.
Nizanim çawan bû piştî çend rojan çîrokên ko min ji te re hingê goti bûn hatin bîra min; min ew hinek edilandin ser û guhên wan çêkirin û ji wan derseke cexrafyayê pêk anî.
Ez wê dersê îro çap dikim. Heke careke din te ji min cexrafya bi kurdmanci xwest nema cih li min teng dibe. Heke Xwedê hez kir ezê ji te re dersine din jî binivîsînim."
Celadet Alî Bedirxan
Dersên cexrafyayê û hemû nivîsên li ser bajar û welatan ên "Hawar" û "Ronahî" di Rûniştiman de kom bû

Yazarın Diğer Kitapları