tenêtî piştî wê veqetîna ewil
aramiyekê tîne
aramiyeke bêdeng
ku tenê ez û kursiyê min ê kevn
di nav de dimînin
kursiyekî ku soz dabû
bi min re pîr bibe
wî jî mîna min
pişta xwe nedida jiyanê
her sibeh bi dengê qirçînên xwe
şiyarî bi birînên min vedida
dengê wî di nav bêdengiyê de
wekî straneke kevn bû
straneke ku kesî nedizanî
û ne diyar bû ji bo kê hatiye gotin