logo

Tahir û Zahîr

Ürün Kodu: 9786255979254
YAYINEVİ: Sidar Yayınları
₺100,00

Çîroka Tahir û Zahir, yek ji çîrokên evînî yên kilasîk ên wêjeya gelêrî ya kurdî ye û di nav gelê Kurd de jî bi şêweyên cihê tên gotin.

Zahir, qîza Mîrê bajarê Palê ye û Tahir jî kurê wezîrê mîr e. Tahir û Zahir, bi hev ra darin mektebê/dibistanê. Zahir, di dilê xwe da ji Tahir hez dike. Ereb Xoce, şîkayeta hezkirina Tahir û Zahirê dike.

Mîrê Palê, Tahir û malbata wî nefiye Mûsilê dike. Zahir, mektûbê dişîne Mûsilê, Tahir dîsa tê hezkiriya xwe dibîne. Ereb Xoca, dîsa şîkayet dike. Mîr, cezayê sed salî dide Tahir û Tahir dikine zîndana Mêrdînê. Bi destê Xocê Xizir xilas dibe. Dîsa tê cem Zahirê. Ereb Xoce, dîsa şîayeta Tahir dike, Mîr cezayê çekirina behrê didêkê. Bi destê Xocê Xizir xilas dibe. Dawiyê, Mîr cezayê îdamê dide Tahir. Li meydana bajarê Palê, li ber îdamkirina Tahir, Xocê Xizir xwe digîhîne wan. Nifirekê li Ereb Xoce dike û dibe kevir. Zahir û Tahir, bi şilfû tazî hevûdu  hembêz dikin, dibin du kewên sipî û ber bi ezmanan difirin. Fîtneya Ereb xoce, dibe sedema astengiya eşqa Tahir û Zahirê.

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı